Heyva Sor a Kurd alîkarî pêşkêşî malbatên qurbaniyan kir

Heyva Sor a Kurd ji bo malbatên qurbaniyên avahiya hilweşiyayî ya taxa Şêxmeqsûd a Helebê alîkarî pêşkêşkir.

Têkildarî vê yekê, wek alîkariyeke mirovî ji bo malbatên qurbaniyan, Heyva Sor a Kurd a Şehba û Efrînê pere li wan malbatan belav kirin.

Heyva Sor a Kurd ji bo her malbatekê 5 mîlyon lîre belav kirin û dermankirina herdu birîndaran jî girtin ser xwe.

Her wiha 15 mîlyon lîre ji bo xortê ku tevahiya malbata xwe di vê bûyerê de ji dest daye û bi xwe jî birîndar bûye, hate veqetandin.

Piştî pêşkêşkirina alîkariyan, endamê rêveberiyê yê Heyva Sor a Kurd Hesen Nebo sersaxî ji malbatên qurbaniyan re û selametî ji birîndaran re xwest.

Di encama hilweşîna avahiyekê li taxa Şêxmeqsûd a Helebê de 16 kesan jiyana xwe ji dest dan û 2 jî birîndar bûn.

Back to top button