Li Qamişlo kevneşopiya ”Zêw” pêk anîn

Di nav çanda gelê Kurd de dema di zivistanê de baran nebare, weke çandekê bûka baranê çêdikin û laveyan dikin ji bo ku baran bibare. Ji ber derengmayîna barîna baranê li herêmê zarokên taxa Zeytûniyê ya bajarê Qamişlo kevneşopiya “Zêw” li dar xist.

Îro li taxa Zeytûniyê ya bajarê Qamişlo zarokên taxa xwe û yên taxên derdora xwe kom kirin û xwarin dan zarokan.

Zêw yek ji çanda gelê Kurd e ku dema baran nabare yan jî dereng dimîne tê li dar xistin.

Zarok bûkekê çêdikin navê wê dikin “bûka baranê”.

Her wisa zarok di nava herêma lê, mal bi mal digerin, stranên taybet dibêjin û daxwaza qutê dikin.

Piştî wê dayîkek quta ku zarokan kom kiriye, xwarinek jê çêdike, zarok lê kom dibin û dixwin.

Back to top button