”Em ê li rêbertî xwedî derbikevin û tecrîdê bişikînin”

Çalakiya ji bo tecrîda li dijî Rêber Ocalan ku li ber Konseya Ewropayê ya li Strasboûrgê hatî lidarxistin, bi daxuyaniyekê bi dawî bû.

Di çalakiyê de endamê Konseya Rêveber a KCK’Ê Zubeyîr Aydar jî got: Di salvegera 24’emîn a Komloya 15’ê Sibatê de em ê kampanyayê mezin bikin û tecrîdê bişikînin. Azadiya Rêber Apo azadiya me hemûyan e.”

Aydar bang li Konseya Ewropayê û CPT’yê kir ku bi erka xwe rabibin û got: “Xwedî derketina li Rêbertiyê erka exlaqi û siyasî ya me tevan e.

Heta Rêber Apo azad bibe em ê têkoşînê dewam bikin.”

Hevseroka KCDK-E’yê Yuksel Koç jî axivî û wiha got: “CPT û Konseya Ewropayê ji tecrîda berpêyî Rêbertiyê berpirs in.

Heta haya me ji Rêbertî çêbibe em ê li çalakiyên xwe dewam bikin.”

Endamê Meclîsa Parlamentoya Konseya Ewropayê, Parlamenterê Sîn Féîna a jî got:

“Ocalan, rûyê rastîn ê mirovahî û demokrasiyê ye.

Em ê hewil bidin Îrlanda jî li ser vê mijarê bisekine. Erka min ew e ku em Partiya Sîn Feîn li piştgiriya xwe dewam bikin.”

Back to top button