HDP: EM Ê JI BO HILBIJARTINÊ ÇALAK TEV BIGERIN

Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP’ê di civîna xwe ya 10’ê Hezîranê de der barê hilbijartina Stenbolê de biryar girtin.

Wê HDP, ji bo li Stenbolê dengek berhewa neçe tev bigere.

Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP’ê, 10’ê Hezîranê li navenda giştî ya partiyê li hev civiya.

Di civînê de ji bo hilbijartina 23’yê Hezîranê ya Stenbolê biryarên girîng girtin.

HDP, wê bi slogana “Em faşîzmê têk bibin Tirkiyeyê demokratîk bikin” tev bigere û xebatên xwe yên ji bo hilbijartinê bilezîne.

PLANSAZIYA JI BO PEYAMÊN OCALAN WÊ WERIN AMADEKIRIN

Desteyê di civînê de bi awayekî zêde li ser peyam û 7 madeyên Rêber Ocalan ku di 2’yê Gulanê de bi rêya parêzeran bi raya giştî re parve kir hûr bû.

Di nîqaşn hatin kirin de ji bo deklerasyona 7 madeyî bi awayekî zêde bê nîqaşkirin wê plansaziyekê bike.

Di civînê de asta tecrîda li ser Ocalan û operasyona derî sînor a Tirkiyê jî hat nîqaşkirin.

Her wiha di civînê de operasyonên derî sînor hatin nîqaşkirin û hat gotin, divê demildest dev ji van polîtîkayên şaş bê berdan.

Leave a Reply

Back to top button