Navçeya Ehres ya Şehbayê ji karantînayê derket

Şaneya Aloziyê ya li herêma Efrînê îro navçeya Ehresê ji karantînayê derxist.

Şaneyê diyar kir ku ev gav piştî teqezbûna ji tunebûna rewşên bi cornayê li navçeyê, pêk hat.

Her wiha şaneyê destnîşan kir ku di çarçoveya xweparastina ji vîrusê de çûn û hatina di navbera navçeyan de qedexe ye.

Piştî ku li Ehresê welatiyek 45 salî ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dabû, navçe heta 14 rojan ket karantînayê de.

Heta niha li herêmên bakur û rojhilatê Sûrî 171 kes bi vîrûsê ketine, 8 kes mirine û 10 kes jî baş bûne.

Back to top button