Netenyahu ji ber piştgiriyê spasiya Misir, Umman û Bhreynê kir

Peymana Aştiyê ya di navbera Israîl û Îmaratê de ku hat îmze kirin, li cihanê deng veda. Îsraîlê ji ber piştgiriya Misir, Umman û Behreynê keyfxweşiya xwe anî ziman. Serokê AKP’ê Erdogan jî gefa vekişandina sefîrê xwe ya li Îmaretê kir.

Piştî peymana di navbera Israîl û Îmaratê de, ji nava welatên rojhilata navîn û cihanê daxuyanî û peyamên cuda derketin.

Weke despêkê Misir, Umman û Bahreyn piştevaniya xwe ya bi peymanê re anîn ziman.

Serokwezîrê Israîlê Binyamin Netanyahu bi rêya hesabê xwe yê twitterê spasiya wan welatan kir.

Serokê Emerîkayê Donald Trump jî li ser hesabê xwe yê twitterê diyar kir ku di navbera Îsraîl û Îmaratê de Peymana Aştiyê hatiye mohr kirin.

Erdogan: Dibe ku em têkliyên dîplomasî yên li gel Îmaratê rawestînin

Careke din serokomarê Tirkiye ku xaka rojhilata navîn weke paşmala tirkiyê dibîne, li ser peymanê bertek nîşan da.

Erdogan bertek nîşanî peymanê da û got, kiryarên Îsraîl yên li dijî Filistînê qet nayên pejirandin.

Erdogan anî ziman ku wî ferman daye wezareta derve û ev tişt anî ziman:

Ji bo rawestandina têkliyên dîplomasî yên li gel Îmarat yan jî vekişandina sefîrê me di rojevê de ye.

Erdoganê ku herî zêde bi Israîlê re di nava bazirganî û têkliyan de ye careke din xwe weke parêzvanê mafê Filistînê nîşan da û got wê mafê filistiniyan bi kesê nedin xwarin.

Back to top button