Di merasîma şehîd Şûkrî de banga eşkerekirina kujeran hate kirin

Bi pêşengiya Komîteya Malbatên Şehîdan ya PKK’ê li Başûrê Kurdistanê Endamê Komîteya Şehîdan ya PKK’ê Yasîn Bûlût bi nasnav Şûkrî Serhed di yekemîn salvegera şehîdbûna xwede bi awayeke girseyî li taxa Çar Çira ya Silêmaniyê hate bîranîn.

Malbatên şehîdan, Tevgera Azadî, RJAK û gelek welatiyên ji Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîmê de bi navê Komîteya Malbatên Şehîdan ya PKK’ê li Başûrê Kurdistanê Îbrahîm Mihemed daxuyaniyek da û got:

Tevî ku salek derbasbûye jî desthilata Başûrê Kurdistanê û bi taybet jî asayîşa Silêmaniyê navê terorîstên ku êriş pêk anîne eşkere nakin.

Her wiha li ser navê Tevgera Azadi Abdullah Mihemed jî got:

“Şehîd Şukrî li girtîgeh, nava gel û çiya têkoşîn kir, xizmeta malbata şehidan kir. Heval Şukrî di nava xetekê de li hemberî pilanên dagirkeran bû asteng.”

Li ser navê malbata şehîd Şukrî Serhed Wehab Ehmed jî bang li hikûmetê kir ku demildest kujerên şehîd Şukrî Serhed eşkere bike û wan ceza bike.

Back to top button