Gera Îbrahîm Reîsî ya ji bo sê welatên Afrîqayê bi dawî bû

Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî piştî gera xwe ya ji bo sê welatên Afrîqayê vegeriya Tehran.
Raîsî balkişand ser pêywendiyên Îranê yên bi hersên welatan re û got:
“Divê têkiliyên bi welatên Afrîqayê re bên xurtkirin.”
Wezareta Karê Derve yê Îranê jî diyar kir wê bazirganiya ligel Afrîqayê îsal bigihêje du milyar dolaran.

Gera serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî ya ji bo sê welatên Afrîqayê bi dawî bû.

Serokomarê Îranê piştî seredana Kenya, Uganda û Zimbabwe yên Afrîkayê, doh bi şev gihîşt Tehranê.

Raîsî li Tehranê anî ziman ku divê têkiliyên bi welatên Afrîqayê re bên xurtkirin û got:

“Di salên derbasbûyî de têkiliya bi van welatan re hatiye paşguhkirin.”

Reîsî di serdana xwe ya di hersê welatan de bi rêveberên wir re civiya.

Îran û Zimbabwe li ser 12 xalan li hev kirin

Gera wî ya herî dawî jî li Zimbabwe bû.

Reîsî bi Serokê Zimbabwe Emmerson Mnangagwa re li Harare civiya.

Hate ragihandinê ku herdû aliyan ji bo bihêzkirina peywendiyên dualî 12 xal îmze kirin.

Yek jî peymanên li hevkirinê ew e ku wê Îran bi şîrketên heremî re kargehek traktoran li Zimbabwe ava bike.

Her wiha herdu welatan di warên enerjî, çandinî, derman, zanist û teknolojiyê de jî peymanên hevkariyê îmze kirin.

Îran û Kenyayê li ser 5 xalan li hev kirin

Îran û Kenyayê jî roja Çarşemê ragihandin ku wezîrên her du welatan di warên teknolojî, masîgirî, berhemên sewalkariyê û veberhênanê de 5 xal îmze kirin.

Wezareta Karê Derve yê Îranê eşkere kir ku wê bazirganiya ligel Afrîqayê îsal bigihêje du milyar dolarî.

Nasir Kenanî: Serdanên di warê aborî û bazirganî de destpêke nû ye

Berdevkê Wezareta Karê Derve yê Îranê Nasir Kenanî roja Duşemê got: “Ev serdan ji bo welatên Afrîqayê yên ku bi ciddî dixwazin têkiliyên xwe bi Îranê re xweş bikin, bi taybetî di warên aborî û bazirganî de, destpêkek nû ye.”

Hêjayî gotinê ye ku piştî 11 salan cara yekeme ku rêvebereke Îranê di asta jor de serdana Afrîqayê dike.

Back to top button