Girtiyên siyasî 61 roj in ji bo azadiya Rêber Apo di greva birçîbûnê de ne

Çalakiyên greva birçîbûnê yên girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê di roja 61’an de ye.
Dîlgirtiyên azadiyê di daxwazên xwe de bi îsrarin.
Di çalakiyên Nobetên Edaletê de jî çalakgeran gotin: “Berxwedana girtiyan berxwedana me ye, daxwazên wan daxwazên me ne.”

Girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo û rakirina tecrîdê, dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kiribûn.

Çalakiya dîlgirtiyên azadiyê di roja 61’an de bi berxwedaniyeke mezin dewam dike.

Çalakiya ku 27’ê Mijdarê di çarçoveya kampanyaya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî’ de hate destpêkirin û wê heta 15’ê sibata 2024’an bidome.

Nobeta Edaletê: Berxwedana me wê bidome

Bi heman boneyê Nobeta Edaletê yên ku li 7 bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hatiye destpêkirin, bi serdanên piştgiriyê didome.

Li Wanê di roja 53’an ya çalakiyê de rêxistina DEM Partiyê û gelek kesan serdana nobetê kirin.

Hevserokê DEM Partiyê yê Payîzavayê Abdûlcebbar Erdemîr li cihê çalakiyê axivî û got:

“Em tecrîda li îmraliyê qebûl nakin û şermezar dikin.

Em dixwazin ev tecrîd demildest bi dawî bibe. Ev çalakiya ku hevalên li girtîgehan daye destpêkirin wê bigihe armanca xwe.”

Bi heman awayî li Îzmîr, Amed, Mêrdîn, Mêrsîn û Stenbolê jî çalakiyên Nobeta Edaletê dewam bû.

Li wir jî gelek kesan serdana konên çalakiyê kirin û bang li her kesî kirin ku xwedî li çalakiyan derkevin û bibin dengê girtiyan.

Çalakgeran her wiha li wir jî balkişandin ser çalakiyên girtiyan û gotin:

“Berxwedana wan berxwedana me ye, daxwazên wan daxwazên me ne.

Lewma em ê berxwedana xwe bi biryardarî bidomînin.”

“Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo divê têkoşîn bê xurtkirin”

Back to top button