Hêzên Rizgariya Efrînê bîlançoya çalakiyên wan ên di navbera 12-17`ê Gulanê li Şera, Bab û Marê ên li dijî artêşa Tirk û çeteyên wê eşkere kir. Hat ragihandin di encama çalakiyan de 4 leşkerên Tirk û 8 çete hatin kuştin, 10 leşker û 5 çete jî brîndar bûn
HRE`yê li ser çalakiyan ev agahî parve kirin:
“12`ê Gulanê, li gundê Til Madiq di encama çalakiyeke sekvanî de çeteyek hat kuştin.
13`ê Gulanê , li gundê Meşalê ya girêdayî Şera, 2 çete hatin kuştin, çeteyek jî brîndar bû.
Heman rojê li herêma Babê 2 baregehên artêşa Tirk a dagirker hatin hedefgirtin.
Di encamê de leşkerekî Tirk û 2 çete hatin kuştin, 6 leşker û 3 çete jî brîndar bûn.
14`ê Gulanê , li bajaroka Marê di encama çalakiyeke sekvanî de çeteyek hat kuştin.
16`ê Gulanê , li Babê baregehek artêşa Tirk a dagirker hat hedefgirtin.
Di encamê de 3 leşker hatin kuştin, 4 leşker jî brîndar bûn.
Her wiha 3 çeper û 3 konteyner hatin rûxandin, 2 seyareyên zirxî hatin derbkirin.
17`ê Gulanê , li Marê di encama çalakiyeke taybet de 2 çete hatin kuştin, çeteyek jî brîndar bû.