Li Başûrê Kurdistanê, 16 kesên din bi vîrûsê ketine

Li Başûrê Kurdistanê her ku diçe, jimara pêketiyên Coronayê zêdetir dibe. Herî dawî, 16 kes li Silêmaniyê pê ketine.

Li gorî daneyên dawî yên Wezareta Tendursitiyê, heta niha 521 kes bi vîrûsê ketine û 5 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Lê hîna 113 kes di bin çavdêriyê de ne.

Wezareta Hundirîn a Başûrê Kurdistanê ji bo xweparastina ji vîrûsê, qedexeya çûnûhatina di navbera bajaran de heta 15 Hezîranê dirêj kir.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, 34 kesên din mirin

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî, rewş hîna weke berê ye û di 24 saetên dawî de, hezar û 35 kesên din bi Coronayê ketine û 34’an jî jiyana xwe ji dest daye.

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, 56 kesên din jiyana xwe ji dest da

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê jî jimara qurban û pêketiyan roj bi roj zêdetir dibe. Herî dawî 2 hezar û 80 kes bi vîrûsê ketine û 56 kes jî mirine.

Back to top button