NPG’ê peyama şehîd Serxwebûn Serhed ku çalakiya fedayî kir weşand

Gerîlayan 12’ê Çieyê li herêma Zapê li dijî artêşa Tirk a dagirker operasyona şoreşgerî pêk anîbûn.
Di operasyonê de du gerîla şehîd, 61 dagirker jî hatibûn kuştin.
Eşkere bû ku gerîla Serxwebûn Serhed di nava operasyonê de çalakiya fedayî pêk aniye.
Fermandariya Bîryargeha NPG’ê nameya ku Şehîd Serxwebûn li pey xiştîbû weşand.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê 12’ê Çileya 2024’an li Girê Amediyê yê bi ser herêma Zapê li dijî artêşa Tirk a dagirker Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Helmeta Dêrelûk pêk anîbûn.

Di encama vê operasyonê de 61 leşkerên Tirk hatibûn kuştin, gelek çek û cebilxaneyên wan hatibûn desteser kirin.

Di operasyonê de du gerîlayên bi navê Serxwebûn Serhed û Rizgar Çavreş şehîd bûn.

Şehîd Serxwebûn di nava operasyonê de li dijî dagirkeran çalakiya fedayî pêk tîne.

Lê şehîd Serxwebûn beriya beşdarî Operasyona Şoreşgerî bibe û çalakiya fedayî pêk bîne nameyekê li pey xwe dihêle.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) ev name bi raya giştî re parve kir.

“Di şexsê me de dîrok û gel bi ser dijmin de diçe”

Şehîd Serxwebûn di peyama xwe balê dikişîne ser girîngiya operasyona şoreşgerî û dibêje,

“Em tenê weke kesek naçin vê çalakiyê. Di şexsê me de dîrokek û gelek bi ser dijmin de dimeşe û hesab jê dipirse. Em bi vê hişmendî û bi vê baweriyê bi ser dijmin de diçin. Bi rastî em tolhildana dîrokê ne. Lewra jî divê em erk û berpirsyariyên xwe di asta herî bilind de bi cih bînin û bibin deng û bersiv ji qîrîna dayikên Kurdistanê re. Divê em ji bo pêşeroja zarokên welatê me berdêlan bidin.”

“Dijmin wê bi hêsanî nikaribe li ser xaka Kurdistanê bimîne”

Şehîd Serxwebûn dibêje divê dijmin li ser xaka Kurdistanê bi hêsanî nikaribe bimîne û wiha dewam dike,

“Em ê bikin dijmin li vır bişkê û dema careke din berê xwe bide Zapê, wê bizanibe hatin û mayîna li van xakan ewqas ne hêsan e. Em ê bi vî ruh biryarê li ber dijmin rabin. Ev li hemberî Rêbertiya me, gelê me, hevrêyên me û fermandarên ku em perwerde kirine, xwerexnekirina me ye.”

“Ji bo azadiya Rêber Apo çi ji destê me bê em ê bikin”

Şehîd Serxwebûn balê dikişîne li ser tecrîda giran ya ser Rêber Apo û nameya xwe bi van gotinan bi dawî dike;

“Di şexsê Rêbertî de li ser gelê me tecrîd heye. Ji bo şikandina tecrîdê çi ji destê me bê em amade ne. Ji ber yê ku me afirandiye û em anîne vê rojê Rêberê me ye. Herî dawî me di şexsê heval Erdal û Rojhat de xencerek li dilê dijmin da. Em ê dîsa lê bidin. Heta ku tecrîda li ser Rêbertiyê rabe û azad bibe çi ji destê me bê em ê bikin.”

Back to top button