PENTAGON: BILA RÛSYA CIHÊ ÊRÎŞA HELEBÊ XIRA NEKE Û RÊ BIDE PISPORAN

Pentagonê têkildarî êrîşa Helebê ji Rûsyayê xwest ku bi cihê bûyerê nelîze.

24’ê vê mehê medya rejîma Sûrî û Wezareta Parastina Rûsyayê ragihandin ku komên çete yên li Helebê, bi çekên kîmwayî du taxên Helebê topbaran kirine.

Li gorî hinek raporên meydanî di encama êrîşan de bêhna zêdetirî 100 kes çikiya.

Wezareta Parastinê ya Emerîkayê Pentagonê têkildarî mijarê daxuyanî da û ji Rûsyayê xwest ku bi cihê êrîş lê çêbûye nelîzin û rê bide pisporan derbasî cihê bûyerê bibin.

Li gorî çavdêran êrîşa li Helebê, nîşaneya sînyalên şerekî li Idlibê.. Lê ne Emerîka û ne jî dewletên Ewropayê dixwazin ev yek dest pê bike.

Emerîka li bendê ye ku şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê bi temamî bi dawî bibe û pêvajoya siyasî rêve bibe li aliyekî din jî naxwaze Îran li bakur-rojavayê Sûrî xurt bibe.

Dewletên Ewropayê jî hem naxwazin pêleke penaberan bi ser wan de were, hem jî ji êrîşên çeteyan ditirsin.

Leave a Reply

Back to top button