Tevgera Azadî: Referandûm planek dagirkeran a li dijî Kurdan bû

Di 6’emîn salvegera referandûma têkçûyî ya Barzaniyan de, endamên Desteya Rêveber a Tevgera Azadî diyarkirin ku referandûma li Başûrê Kurdistanê hatî kirin, dihate zanîn ku ne projeyek ya gelê Kurd bû, projeyek a dewleta Tirk a dagirker bû û wiha gotin:
“Dagirkerên kurdistanê bi hinceta referandumê, bi karanîna PDK’ê ji sedî 51 axa başur ji destê kurdan derxistin”.

Di derbarê referandûma 25’ê Îlona sala 2017’yan de endamên Desteya Rêveber a Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê axivîn.

Endama Desteya Rêveber a Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê Rûnak Mecîd wiha axivî:

“Referandûm plana dewleta Tirk a dagirker û ji aliyê PDK’ê ve hate pêkanîn.

Kurd ji beriya referandûmê di warê siyasî, dîplomasî û leşkerî de di rêjeyek berbiçav de pêşketibû.

Dagirkerên Kurdistanê ji bo van destkeftiyan têk bibin vê referandumê kar anîn.

Di encama referandûmê de ji sedan 51’ê xaka Başûrê Kurdistanê ji dest hate dayîn.”

Ebûbekir Mecîd: Referandûm projeya dewleta Tirk bû

Her wiha Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê Ebûbekir Mecîd jî di derbarê heman mijarê de axivî û wiha got:

“Referandûma li Başûrê Kurdistanê hatî pêkanîn, projeya dewleta Tirk a dagirker bû.

Beriya referandumê gelek caran me diyar kir ku ev ne projeya gel e, tenê ji bo êrîşa li ser pirsgirêka Kurd e.

Mixabin aliyên siyasî yên din ên Başûr bi navê avakirina dewletekê li ser welatiyan vê yekê kirin rastî.”

Ebûbekir Mecîd: PDK’e ji bo têkbirina destkeftiyên Kurdan hate erkdarkirin

Ebûbekir Mecîd di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ev yek bû sedema ji dest dana nîva xaka Başûrê Kurdistanê û axaftina xwe wiha bidawî kir:

“Di peywendiyên navdewletî de jî piştî referandumê ev têkilî bi temamî lawaz bûn.

Mesûd Barzanî û PDK ji bo ji holê rakirina vê derfetê û êrişî pirsgirêka Kurd kirinê hatibûn erkdarkirin.”

Back to top button