Sazkirina Meclisa Serweriyê bû sedema nerazîbûnan

Li Sûdanê piştî darbeya leşkerî, doh Meclisa Serweriya Nû hat ragihandin.
Fermandarê darbeyê Abdulfettah Birhan weke serokê meclisê hat diyarkirin.
Lê ev yek hem li nava civaka Sûdanî û hem jî navneteweyî bû sedema nerazîbûnan.

Roja Pêncşemê fermandarê artêşa Sûdanê, Abdulfettah Burhanê biryarnameya destûrî ya avakirina Meclisa Serweriyê ragihand.

Bi eşkerekirina biryarê re, Burhan weke serokê meclisê hate destnîşankirin.

Li Sûdanê ji roja têkbirina rêjîma Omer El Beşîrê, pergana Meclisa Serweriyê hate avakirin.

Ev meclis di warê desthilatdariyê de dibe hevkarê hukûmeta sivîl.

Lê ev gava ku ji aliyê Burhan ve hate avêtin, li hundir û derve bû sedema nerazîbûnan.

Berdevkê serkreterê Neteweyên Yekbûyî, Stephane Dujarric (Stefan Dujarîk) xwest Serokwezîr Hemdûk û hemû siyasetvanên girtî werin berdan û got;

Divê di zûtirîn dem de welata li rêveberiya xwe a sivîl vegere.

Li aliyê din piştî ragihandina Meclisa Serweriyê, gel daketin meydanan û nerazîbûna xwe nîşan da.

Di serî de paytext Xertûmê, bi hezaran kesên beşdarî xwepêşandanan bûn hem darbeya leşkerî şermezar kirin û hem jî anî ziman ku ew ê meclisa serweriyê nasnekin.

Hukûmeta ji wezîfê hatiye dûrxistin jî biryara Abdulfettah Burhan weke hewldana dirêjkirina darbeya leşkerî binav kir.

Wezîrê Ragihandinê yê hukûmeta berê Hemze Belûl anî ziman ku gelê Sûdanê xwedî wê hêze ye ku demokrasiya xwe biparêze.

Di vê navberê de Ajansa Nûçeyan a Reutersê îdîa kir ku heta niha ji danûstandinên artêş û serokwezîrê Hemdûk ti encam nehatine bidestxistin.

Back to top button