YE ji ber krîza koçberan plan dike ceza li şirketên balefirên rêwiyan bibire

Rêya derbasbûna Ewropa êdî Belarûse.
Ev yek ji bi belgeyên veşartî yên Komisyona YE derketibûn holê.
Bi hevkariya balefirên Tirkiye û Belarûsê bi hezaran koçber li sînorê Ewropa hatin komkirin.
Ewropa ji bo dawî li karanîna gefa koçberan weke kaxezekê bêne, diranê xwe tuj dike.
YE ragihand ku ji ber mijara krîza koçberan, ew plan dikin ku şirketên balafirên rêwiyan bixin “lîsteya reş”.
Yekîtî ji bo vêyekê dixwaze bi DYA re bi şêwazê koordîne tev bigere.

Koçberên li ber sînor weke kaxezeke zextê tê bikaranîn.

Belarûs jî bi karanîna koçberan dixwaze zextê li Ewropa bike.

Bi vekirina deriyên xwe ji koçberan re, bi hezaran koçber berê xwe dan sînorê Polonya.

Yekîtiya Ewropayê (YE) xwe amade dike ku şîrketên rêyên hewayî yên ku bûne sedema koçber li sînorê Polonya kom bibin, bixe lîsteya reş.

Yekîtî dixwaze bi DYA re li dijî rêveberiya Mînskê bi şêwazekî koordîne tevger bike.

Berdevka Çapemeniyê ya Komîsyona Yekîtiya Ewropayê di civîna çapemeniyê ya rojane de axivî û got,

“Eşkere ye ku wê li dijî rejîma Belarûs mueyîdeyan pêk bînin.”

Li gorî nûçeya Euronewsê, berdevk her wiha bi bîr xist ku xalên qanûnî têne lêkolîn kirin da ku şirketên balafirên rêwiyan ku di nava bazirganiya mirovan de ne, bixin lîsteya reş.

Li ser gefên Belarûs yên ji bo girtina xeta boriya gaza xwezayî ku gaza Rûsyayê digihîne YE jî berdevkê wiha got:

Me berê jî tehdîd dîtine, lê em dudilî nebûn û piştrast dikin ku gefên Belarûz yên ji bo gaza xwezayî jî wê bikêr neyê.

Berdevkê Karûbarê Derve yê Yekîtiya Ewropa Peter Stano jî Sêşemê got,

Komîsyona Ewropî çavdêriya zêdetirî 20 welatên ku difirin Belarusê dike.

Stano diyar kir ku di seferên derketin û vegerê de frekansa seferan û rêjeya kesên li nava balafiran lêkolîn dikin.

Armanca yekem a cezayên di rojeva Yekîtiya Ewropayê de şîrketa hewayî ya dewleta Belarûsya Belavia ye.

Wisa xwiya dike ku ji bo sepandina toleyan li ser şirketên balafirên welatên din, demek zêdetir pêwist dike.

Li aliyê din ji ber zêdebûna zextan, Şîrketa Hewayî ya Belarûsê Belavîa biryareke nû eşkere kir.

Li gorî vê,

Êdî wê balafirên şîrketê rêwîtiya kesên ji Sûrî, Iraq û Yemenî ji Turkiyê ber bi Belarûsê ve qedexe bikin.

Ev biryar piştî zextên Yekîtiya Ewrûpa li ser Enqerê hate dayîn.

Back to top button