Li Pakistanê DYA, Rûsya û Çîn ji bo Efxanistanê civiyan

Ji bo dawî anîna rewşa li Efxanistanê, DYA, Rûsya û Çîn li Pakistanê civiyan.
Welatan fikarên xweyên li ser rewşa aborî û mirovî ya li Efxanistanê anîn ziman û piştevaniya xwe ya bi xelkê Efxan re dubare kirin.

Nûnerên taybet ên Pakistan, Çîn, DYA û Rûsyayê ji bo rewşa Efxanistanê doh li paytexta Pakistan Îslamabadê lihev civiyan.

Di civîna nûneran de rewşa dawî ya li welat û rêveberiya Talîbanê hate nirxandin.

Li Îslamabadê jî Cîgirê Wezîrê Derve yê Efxanistanê Emîrhan Muttekî ku ji aliyê Talîbanê ve hatiye destnîşankirin, beşdarî civîna hevbeş nebû.

Muttekî piştre bi nûnerên wî welatî re hevdîtinên cuda kirin.

Pakistanê ragihand ku nûnerê Talîbanê wê ji bo civîna bê ya li Pekînê were vexwendin.

Pakistan demek dirêj daxwaz dike ku samanên Efxanistanê yên ku piştî kontrola Talîbanê li derve hatine cemidandin, werin berdan da ku pêşî li krîza mirovî li wî welatî bigire.

Nûnerên 4 welatan piştî hevdîtinê daxuyaniyeke hevpar dan.

Di daxuyaniyê de hat gotin, sozên Talîbanê ya ji bo derbasbûna bi ewle ji bo kesên ku dixwazin ji Efxanistanê derkevin bi keyfxweşî pêşwazî kirin.

Di daxuyaniyê de bang li Talîbanê hat kirin ku hikûmetek berfireh ava bikin û mafên wekhev bidin jinan.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ew ji ber rewşa aborî û însanî ya li Efxanistanê bi fikar in û bal hat kişandin ser piştgiriya ku ji gelê Efxanistanê re tê kirin.

Back to top button