Reqa-Şêniyan bi hêrs daxwaza azadiya Rêber Ocalan kir

Li dijî siyasetên dewleta Tirk yên derheqê Rêber Ocalan de, gel daket qadan.
Li Reqayî bi sedan kes li dijî tecrîda ser Rêber Abdullah Ocalan meşiyan û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî kir.

Meş li pêşiya Meclisa Giştî ya bajarê Reqayê dest pê kir û li Çerxerêya El-Neîm veguherî mîtîngê.

Şêniyên Reqayê pişt meşê bi riya daxuyaniyekê gotin: Komploya ku dewleta Tirk a dagirker tevî hevalbendên xwe li dijî Rêber Abdullah Ocalan dimeşîne li dijî fikrê mirovahî yê azad e.

Rêber Abdullah Ocalan dengê rastiyê gihand tevahî gelê herêmê.

Hate bibîrxistin ku tevî zextên li dijî Rêber Apo, fikr û felsefeya wî li tevahî herêmê û cîhanê belav bûye.

Dawiyê şêniyan eşkere kir ku ew ê berxwedan û tekoşînê bidomînin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin.

Şêniyên Herêmê: Em ji bo rêbertiya xwe dakevin qadan

Back to top button