QSD: Hêzên me bi dozên li derveyî Sûriyê re eleqdar nabin

Li gor nûçeyên ku hin ajansan belav kirine, dibêjin şervanên QSD li Ukraynayê dijî Rûsiya şer dikin.
Derbarê van idîayan Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD’e daxyaniyek da û nûçeyên tevlêbûna şervanên wan di şerê li Ukraynayê de derewandin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê di daxuyaniyê de got:

“Hin dezgehên çapemeniyê nûçeyên cuda û ne-rast têkildarî tevlêbûna şervanên me di şerê li Ukraynayê de belav kirin.

Em destnîşan dikin ku ev nûçe derew in û bingeha xwe tune ye.

Hin jêderên eşkere û erzan mîna van nûçeyên derew belav dikin.

Hêzên me bi dozên derveyî Sûriyê re eleqedar nabin.

Duh ajansa Sputnik a bi ser hikumeta Rûsyayê ve di nûçeyeke xwe de gotibû, Amerîka 650 şervanên QSD’e ji bo li dijî Rûsyayê şer bikin, birine Ukraynayê.

Ajansa Rûsî ku agahiyên xwe dispêre çavkanîne taybet dibêje, şervanên QSD’e bi balafirên taybet, di rêya Başûrê Kurdistanê re, bo Ukraynayê hatine veguhestin.

Back to top button