“Li dijî êrişa xwe li berxwedana Gerîla derkevin”

KCK’ê jî di 10′ê Hezîranê pêvajoya bêçalaktiyê dabûn destpêkirin.
Ji ber êrişên dewleta Tirk KCK’ê ragihand ku wan pêvajo bi dawî kiriye.
Endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê Ebdulxenî Oso li ser vê yekê got:
​​​​​​​”Li dijî êrişên dagirkeriyê xwedî li berxwedana gerîla derkevin”.

Ebdulxenî Oso diyar kir dewleta Tirk di vê dawiyê de êrişên xwe giran kirin e.

Di wan êrişan de çekên kîmyewî bi kar tîne.

Armanca dewleta Tirk ji van êrişan dagirkirina herêmê ye û got:

“Divê hikumeta Başûrê Kurdistanê nehêle dewleta Tirk destwerdanê li herêmê bike.”

Oso bang li tevahî hêz û partiyên siyasî yên Kurdan kir ku bibin yek.

Her wiha bang li tevahî beşên civakê kir ku piştgiriyê bidin berxwedana gerîlayan.

Back to top button