KCK: Ji ber rewşa erdheja mezin me biryara bê çalakitiyê dabû

Dagirkeriya Tirkiyê tevî helwestên Tevgera Azadiya Kurd û biryara bê çalakitiyê êrîşên xwe domandin.
Li dijî gelê Kurd, gerîlayê azadiyê bê navber êrîş û polîtîkayên qirkirinê meşandin.
Li ser vê esasê Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK jî daxuyaniyek da û bi dawîkirina pêvajoya bê çalakitiyê ragihand.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê li ser êrîşên tasfiye û tunekirinê yên li ser tevgera azadiyê û gelê Kurd daxuyaniyek da.

KCK’ê ragihand ku wan biryara pêvajoya bêçalakîtiyê bidawî kirine û ev agahî da:

“Weke ku tê zanîn di 6’ê Sibata 2023’an de li Bakurê Kurdistan navçeya Elbistan û Bazarcixê du erdhejên mezin qewimîn.

Me biryar dabû ku heta ev rewşa giran a mirovî ji holê bê rakirin çalakiyan nekin, ev biryara xwe jî me bi raya giştî re parve kiribûn.

Hêzên me yên Parastina Gel di çarçoveya vê banga me de daxuyaniyek dan raya giştî û ragihandin ku wan çalakî rawestandine,

di vê pêvajoyê de ji bilî xweparastina li hemberî êrîşan ew ê çalakiyan nekin.

HPG û yekîneyên wê yên leşkerî hemû, li gorî vê biryara Tevgera me tevgeriyan.”

KCK: Di pêvajoya hilbijartinê de jî me ev biryara xwe ya bê çalakitiyê dirêj kir

KCK diyar kir ku ji bo zemîna provakasyonê ya desthilatdariya AKP-MHP’ê ji holê bê rakirin biryara bê çalakîtiyê heta dawiya hilbijartinê hat dirêjkirin û wiha got:

“Di demekê de ku bandora giran a erdhejê hîn dewam dikir, Tirkiye kete nava pêvajoyeke hilbijartinê.

Di vê hilbijartinê de, ji bo encamek bi kêrî gelan û hêzên demokratîk bê bidestxistin, me helwesteke welê nîşan dan û me ev helwesta xwe jî bi raya giştî re parve kir.

Em weke Tevger, çareseriya siyasî demokratîk a pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê dixwazin, ji bo vê jî têdikoşin.

Lewma ev helwesta me di heman demê de piştgiriyek ji bo siyasetê û pêvajoya siyasî bû.”

KCK: Tevî vê biryarê dagirkeriya Tirkiyê êrîşên xwe zêde kirin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê destnîşan kir ku dewleta Tirk û desthilatdariya AKP-MHP’ê êrîşên xwe yên ji bo dagirkirin, tasfiye û qirkrinê zêde kirin û ev biryarê têk birin û got:

“Desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst êrîş bir ser qadên gerîla, çekên qedexekirî bi kar anî.

Ji bilî qadên gerîla êrîş û komkujiyên li ser Kurdan li Başûr, Şengal, Mexmûr û Rojava dewam kir.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî êrîşên li ser gel û siyaseta demokratîk zêde kir.

Tecrîda li ser Rêber Apo bi rengê girankirî dewam kir.”

Di dawiyê de KCK bang li gel, hêzên demokratîk şoreşger û her kesî kir ku li dijî desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst têkoşînê hîn bêhtir mezin bikin.

KCK’ê biryara rawestandina çalakiyên leşkerî heya hilbijartinê da

Back to top button