QSD, YPJ û Koalîsyon jî bi daxuyaniyên cuda salvegera têkçûna çeteyên DAIŞ’ê di aliyê leşkerî de pîroz kirin.
Beriya salekê wek îro, QSD’ê bi serkeftineke dîrokî û şerekî ku 5 salan dirêj kir bi hevkariya Koalîsyona Navdewletî têkbirina DAIŞ’ê di milê leşkerî de ragihand.
Fermandariya Giştî ya QSD’ê bi vê boneyê daxuyaniyek da.
QSD’ê têkbirina DAIŞ’ê bi serkeftina herî bilind û pîroz bi nav kir û bi bîr xist ku piştî têkbirina çekdarî ya DAIŞ’ê, têkoşîna wan û Koalîsyonê li dijî şaneyên veşartî û xeteriya DAIŞ’ê dewam dike.
Di daxuyaniya QSD’ê de wiha hat gotin:
Piştî bidawîbûna çalakiyên leşkerî li dijî DAIŞ’ê, dozine mezin li hemberî me derketin, girêdayî malbat û girtiyên DAIŞ`ê. Her wiha berdewamkirina şerê li dijî şaneyên wê yên veşartî.
QSD’ê teqez kir ku wan karî li dijî DAIŞ’ê 305 çalakiyên leşkerî pêk bînin û 376 çeteyên DAIŞ`ê bigrin.
Çalakiya herî mezin a hevkariya îstixbaratî ku tê de serçeteyê DAIŞ’ê Ebû Bekir El-Bexdadî û hejmarek serçeteyên din hatin kuştin.
QSD: Ji ber Lawaziya hevkariya Navdewletî me zehmetiyên mezin kişandin
QSD’ê got:
Ji ber lewaziya hevkariya navdewletî û mirovî me zehmetiyên mezin di hewandina girtî û malbatên DAIŞ`ê de kişandin.
Ji ber vê yekê em ji civaka navdewletî daxwaza hevkarî û karê hevbeş bi hêzên me û Rêveberiya Xweser re dikin û pêşkêşkirina piştgiriya ku tê xwestin.
QSD: Êrîşên dewleta Tirk ji bo DAIŞ’ê destek bûn
QSD’ê di daxuyaniya xwe de bal kişande ser êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê û wiha anî zimên:
” Êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê bûn sedema lawazbûna têkoşîna li dijî DAIŞ’ê û hevsengiya hêzên li herêmê guhert.
Di encamê de derfet ji DAIŞ’ê re çêbû ku xwe ji nû ve ava bike û şaneyên xwe birêxistin bike.
Nemaze ku gelek çeteyên DAIŞ’ê di nava komên çete yên dewleta Tik de hebûn.
QSD: Bi pêvajoya Siyasî li Sûriyê, fîşeka dawî li termê DAIŞ’ê dikeve
QSD’ê di dawiya daxuyaniya xwe de tekez kir ku metirsiya DAIŞ’ê hîna li dar e û dûrxistina nûnerên herêmê ji guftûgoyên navdewletî dihêle metirsiya vegera DAIŞ’ê hebe.
Lewre QSD’ê dest nîşan kir ku destpêkirina pêvajoya siyasî li Sûriyê wek fîşeka dawî li termê DAIŞ’ê dikeve û her wiha derî li ber aramiya herdemî ji bo herêmên rizgarkirî û QSD bibe mîsogera Sûriyeke azad û pirreng.
YPJ: Hesabê me bi Hêzên komploger re xelas nebûye
Fermandariya Giştî ya YPJ’ê ku pêşengtî ji têkbirina DAIŞ’ê re kir jî daxuyaniyek da û hemû şehîdên pêngavên têkbirina DAIŞ’ê bîr anî.
YPJ’ê teqez kir ku hesabê wan yê bi hêzên komploger û dagirker re xelas nebûye.
Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê jî bi heman armancê daxuyaniyek da û diyar kir ku şerê li Baxozê pabnediya hêzên hevpar nîşan da.
Koalîsyonê îşaret bi fedekariya şervan û şehîdên QSD’ê jî kir û ew bîr anîn.