Îro li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê polîsan li dijî nûnerên Kurdan operasyoneke qirkirina siyasî dan destpêkirin. Polîsan li 9 bajaran girtin ser avahiyên partiya DBP, HDP û malan. Hevserokê Giştî yê DBP’ê, rêveberên bajêran di nav de bi giştî 21 kes hatin binçavkirin.
Serdozgeriya Komarê ya Amedê di bin navê ‘PKK/KCK’ê de li dijî Partiya Herêmên Demokratîk DBP’ê operasyoneke qirkirina siyasî da destpêkirin.
Li hemû avahiyên DBP’ê, di serî de Amed li 9 bajarên Kurdistanê polîsan girtin ser avahiyên partiyê û malan.
Derbarê 15 kesan biryara destgîrkirinê hate dayîn.
Hevserokê Giştî Keskîn Bayindir û rêveberên bajêr yên DBP jî di nav de, bi giştî 14 kes hatin binçavkirin
Hate diyarkirin ku derbarê hevserokên bajêr ên Agirî û Elihê jî biryara binçavkirinê hatiye dayîn.
Li Stenbolê jî polîsan di destê sibehê de avêtin ser gelek malan.
Li vir jî rêveberê navçeya Sancaktepe ya HDP di nav de 7 kes hatin destgîrkirin.
DBP: Wê ev êriş negihîjin armanca xwe
Li aliyê din li dîjî operasyonên qirkirina siyasî, DBP li ber avahiya partiyê ya Amedê daxuyaniyek da.
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz axivî û nerazîbûn nîşanî binçavkirina Hevserok û rêveberên bajaran da û got: Dê ev êriş negihîjin armanca xwe û çûyîna îktidara AKP-MHP’ê nêz bûye.
HDP: AKP- MHP wê nikaribin xwe ji têkçûnê, rizgar bikin
Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê jî bi daxuyaniyeke nivîskî nerazîbûn nîşanî operasyonên qirkirina siyasî da.
Di daxuyaniyê de got: “Îro sibê polîsan avêtin ser navenda DBP û saziyên bajaran.
Ev operasyonên qirkirina siyasî yên li hemberî partiya me û DBP’ê, operasyona hilbijartinê ya desthilatdariya AKP-MHP’ê ye.”
HDP diyar kir ku desthîlatdarî bi van êrîşan dixwaze dest deyîne ser vîn û hêza rêxistinbûyî ya gelê Kurd û got: AKP-MHP wê nikaribin ji têkçûnê, xwe rizgar bikin.
Li Dîlokê rêxistinên HDP û DBP çalakiya nobetê dan destpêkirin
Li Dîlokê jî rêxistinên HDP’ê û DBP’ê ragihandin ku li dijî serdegirtin û binçavkirinan, ji bo 3 rojan çalakiya nobetê dan destpêkirin.