Nobeta parlamenterên HDP ya bi daxwaza hevdîtina bi Rêber Apo re di roja 3. de ye

Li dijî tecrîdê Nobeta parlamenterên HDP’ê jî di roja 3. de li ber wezareta Edaletê dewam dike. Parlamenteran anîn ziman ku şidandina tecrîdê ji bo dewamkirina gendelî û zordariya li Tirkiyê ye û gotin: Ji bo em vê siyaseta derewîn û rizandinê bibêjin li vir in û banga helwestê dikin.

Bi armanca daxwaza hevdîtina bi Rêber Apo re, 20’ê mehê Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê li ber Wezareta Edalatê ya Bajarê Enqereyê dest bi çalakiyê kirin.

Nobeta parlamenteran di roja 3’emîn de ye.

Li ser navê parlementerên nobedar, Parlementerê Îzmîrê Mûrat Çepnî axivî û ev tişt got: “Ji bo em daxwazên milyonan Kurd û gelên me ji Wezaretê û rayedarên hikûmetê re ragihînin li vir in.

Ev 21 meh in li Îmraliyê bi taybetî li dijî Rêber Abdullah Ocalan tecrîdeke mutlaq dewam dike.

Em careke din tekez dikin ku ev tecrîd ne rewa ye, li dijî mafên mirovan e û li dijî xebatên neteweyî û navneteweyî ye.

Parlamenter Mûrat Çepnî: Divê gelê me têkoşînê bilind bikin

Mûrat Çepnî diyar kir ku tecrîd ji bo dewamkirina gendelî û zordariya li vî welatî ye.

Hin kes li ser ne-çareserkirina pirsgirêka gelê Kurd û siyaseta şer xwe xwedî dikin.

Ji bo em vê siyaseta derewîn û rizandinê bibêjin li vir in û banga helwestê dikin.

Parlamenterê HDP’ê Mûrat Çepnî bal kişande ser operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî partiya wan û DBP û bang li gel kir ku li dijî van êrişan xwedî helwest bin û têkoşînê bilind bikin.

Back to top button