Ciwanên Dirbêsiyê ji bo azadiya Rêber Apo meşiyan

Yekitiya Jinên Ciwan a Dirbêsiyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşek meşaleyî li dar xist.

Di çarçoveya çalakiyên pêngava ‘Ji Rêber Abdullan Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ ciwanên navçeya Dirbêsiyê çalakiyek lidarxistin.

Ciwana di çalakiyê de tecrîda li dijî Rêber Apo şermezar kirin û banga azadiya fîzîkî ji bo wî kirin.

Li ser navê Yekitiya Jinên Ciwan endama rêveberiya yekitiyê Êlîza Hiso daxuyanî xwend û got:

“Pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî′ tevahî bendên li seranserî cîhanê derbas kirin.

Ev yek gaveke dîrokî ya ber bi azadiya Rêber Abdullah Ocalan ve ye.”

Di dawiya daxuyaniyê bang li tevahî ciwanan hate kirin ku heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têkoşînê bilind bikin.

Li Brukselê meşa ‘ji Rêber Apo re azadî’

Back to top button