TURK: LI DIJÎ HIŞMENDIYA DESTHILADAR EM Ê TÊKOŞÎNA XWE BILIND BIKIN

Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê ji bo hilbijartina herêmî ya ku wê 31’ê Adarê were lidarxistin lez daye xebata xwe.

Namzetê Hevşaredariyê HDP’ê yê Mêrdînê Ahmet Turk li navçeya Mehsertê axivî û got:

Li dijî hişmendiya ku vîna gel nas nake, divê em têkoşîna yekîtiya xwe û demokrasiyê geş bikin.

31’ê Adarê wê hilbijartina herêmî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistnê wê were lidarxistin.

Yek ji navendên ku herî zêde HDP xebatên hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê lez dayê jî Mêrdîn e.

Namzetên Hevşaredariya HDP’ê yên Mêrdînê Ahmet Turk û Fîgen (ALTIN DAX) îro li navçeya Mehsertê ya Mêrdînê bûn û serdana navçeyê kirin.

Namzet ji aliyê şêniyên navçeyê ve rastî eleqeyek mezin hatin û bi gerhamî hatin pêşwazîkirin.

Beriya serdanê polîsan maşîneyên zirxî li gelek deveran bicih kirin.

Hevşaredariya HDP’ê yên Mêrdînê Ahmet Turk axivî û got:

Tirkiye bi destê AKP’ê ber bi welatek bêhiqûq û edalet ve çû.

Azadî hatiye tunekirin û polîtîkaya zilmê tê birêvebirin.

Kes vê zilm û zordestiyê heq nake. Em hemû bi hev re li ser vê axê dijîn.

Şaredariyên me bi destên qeyûman hatine dagirkirin.

Em kirinên qeyûman deşîfre bikin. Em ê hemû kirinên qeyûman navçe bi navçe daliqînin û ji gel re parve bikin.

XEBATÊN HDP’Ê YÊN HILBIJARTINÊ LI WANÊ DIDOMIN

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Wanê jî xebatên xwe yên hilbijartinê bê navber didomîne.

Di çarçoveya xebatan de namzetên HDP’ê serdana gund û dikandaran kirin.

Namzetan diyar kirin ew ê 31’ê Adarê qeyûmên ku şaredariyên wan desteser kirine bişînin û Şaredariya gel ava bikin û gotin,

‘Şaredarî ya gel e”.

SERPÎL KEMALBAY BÛ NAMZETA HDP’Ê JI BO SEROKATIYA MECLISÊ

Di encama nîqaşên desteyên pêwendîdar ên HDP’ê de, parlamentera Îzmîrê Serpîl Kemalbay bû namzeta HDP’ê ya ji bo Serokatiya Meclîsê.

Serlêdana namzetiya Kemalbay wê îro saet 15’an ji aliyê şandeyek bi serokatiya Serokwekîla Koma HDP’ê Fatma Kûr tûlan ve pêşkêşî Serokatiya Meclîsê bê kirin.

Leave a Reply

Back to top button