Zanîngeha Kobanê ya Kantona Firatê bi merasîmeke heybet û bi beşdariya mêvanan ji Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê navenda xwe ya nû li başûrê Kobanê, vekir.
Zanîngeha nû ya Kobanê bi şahiyekê hat vekirin.
Bi sedan ji xelkên bakur û rojhilatê sûriyê tevlî şahiye girseyî bûn.
Piştî rêzgirtinê, li ser navê zanîngeha kobanê Şervan Mislim axivî û got:
Bi saya şehîdan em gihaştin vê astê ku zanîngeh bi zimanê kurdî tên vekirin.
Piştî axaftinan koma sitrana û govendê ya zanîngeha kobanê hunerên xwe pêşkêş kirin.
Hêjayî gotinê ye ku sala 2017’an dest bi avakirina Zanîngeha nû ya kobanê hat kirin.