Li Mexmûrê şanoyek li ser 8’ê Adarê hat pêşandan

li Bakur û Başûrê Kurdistanê ji bo 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî li gelek deveran çalakiyên cûda hatin lidarxistin.
Jinên ku tevlî çalakiyan bûn gotin:”Jin pêşengên têkoşînê ne ji ber vê yekê tên armanckirin.Em ê tundiya dewlet-mêr hilweşînin.
Bijî 8’ê Adarê, bijî piştevaniya jinê.”

Bi boneya 8’ê Adarê li seranserî cîhanê çalakî tên lidarxistin.

Di çarçoveya rêzeçalakiyên 8’ê Adarê de doh li wargeha penaberan a Mexmûrê ji aliyê Tevgera TEV-Çand û Stêra Zêrîn ve şanoyek li ser 8’ê Adarê hat pêşandan.

Di şanoyê de têkoşîna jinan û berxwedana Rêber Apo hatin destgirtin.

Wê îro jî heman şano ji bo her du semtên din werin pêşandan.

Li ser rêyên Kerkûkê posterên Jinên Şoreşger hatin daliqandin

Di heman çarçoveyê de li Kerkûkê jî Rêxistina Jinên Azadî ya Kurdistanê-RJAK posterên jinên şoreşger li ser rê û cihên giştî daliqand.

Li Silêmaniyê Jinan serdana gorên jinên bênav kirin

Her wiha li Goristana Seywan ya li Silêmaniyê jî, jinan serdana gorên jinên bênav kirin û tace gul danîn ser gorên wan.

“Jin pêşengê têkoşînê ne ji ber vê yekê tên armanckirin”

Her wiha Hevseroka Herêma Silêmanî ya Tevgera Azadî Çiro Şiwanî û çalakvan Kejal Ebdulqadir jî bi boneya 8’ê Adarê axivîn û gotin:

“Jin pêşengên têkoşînê ne ji ber vê yekê tên armanckirin.

Aqilê ku bûye sedema kaos, ne wekhevî û tevliheviyê, hertim hewl dide bi rêya teorê li dijî jinan kar bike.

Divê jinên Başûrê Kurdistanê ji bo bidestxistina azadiyê, destpêkê xwe perwerde bikin.”

Bi hezaran Jin li Stenbolê bang kirin: Bijî 8’ê Adarê, bijî piştevaniya jinê

Li aliyekî din jî bi pêşengtiya Platforma Jinan a 8’ê Adarê li Stenbolê bi dirûşma “Li dijî xizanî, tundî, kedxwarî û şer têkoşîna me heye” hevdîtina jinan hat lidarxistin.

Gelek jin bi cil û bergên kurdî tev li bûn.

Jinan bertek nîşanê rewşa aborî û siyasî ya Tirkiyê dan û gotin:

“Em ê tundiya dewlet-mêr hilweşînin.

Bijî 8’ê Adarê, bijî piştevaniya jinê.”

Hevdîtin bi gerandina govendê bidawî bû.

Li Stockholmê bi boneya 8’ê Adarê şahiyek hate lidarxistin

Back to top button