Li Brukselê meşa ‘ji Rêber Apo re azadî’

Di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” li paytexta Belçîka Brukselê meşeke girseyî hate lidarxistin.

Meş bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) hat lidarxistin.

Di meşê de pankarta bi Flemanî “Ji Rêber Apo re azadî” hatin hilgirtin.

Di çalakiyê de çalegeran daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin, daxuyani hevpar hate xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Çawa ku beriya 25 salan bi biryar, bawerî û armanca çalakvanên ‘hûn nikarin roja me tarî bikin’ li hev civiyan û li dijî komployê rabûn.

Em ê jî bi ruh û baweriya ku ji dîrokê digrin ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareserkirina pirsgirêka Kurd têbikoşin.

Çawa ku Rêber Apo got ‘Me bi ciwanî dest pê kir, em ê bi ciwanî biqedînin’ em jî bi vê dirûşmeyê vê pêngavê mezin bikin.”

Li qada Kasselê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hat kirin

Back to top button