Reqa-Asayîşê li dijî Narkotîkê operasyonek daye destpêkirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn doh şev li dijî narkotîkê operasyoneke ewlehiyê ya berfireh li Reqayê destpêkir.

Bi dehan endamên Hêzên Têkoşîna Li Dijî Narkotîkê beşdarî vê operasyonê bun.

Operasyon bi alên Hêzên Têkoşîna Li Dijî Narkotîkê ji pêşiya avahiya Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Reqayê bi rê ket.

Hate ragihandin hêzên têkoşîna dijî narkotîkê di perasyonê de zêdetirrî li ser 50 noqteyan de girtine..

Hêzên ewlekariya Hundirîn diyar kir ku ji lêkolîn û lêgerînê piştrast bûyî li wan noqteyan bazirganiya Narkotîkê li hin deveran tên belavkirin.

Heman çavkaniyê da zanîn ku wê îro piştî bidawîkirina operasyonê, wê dateyên operasyonê parvekirin.

Asayîşê li Qamişlo belavkareke Madeyê Hişbir girtin

Back to top button