Polonya 3 dîplomatên Rûsî dersînor kir

Moskova di qada navnetewî de bi zextan re rûbirû maye.
Ji aliyekî Amerîka li ser hev cezayan dibire û ji aliyekî din ve piştgiriya bi cezayên Amerîka re zêde dibin.
Polonya jî biryara dersînorkirina 3 dîplomatên Rûsî da.

Bi zêdekirina zextên Amerîka yên li dijî Rûsyayê re, Moskova rastî zehmetiyên giran tê.

Wezareta Karê Derve yê Polonyayê bi daxûyaniyeke nîviskî diyar kir ku, sefîrê Rûsiya Serge Andregio yê li Warşova vexwendiye wezaretê.

Wezaretê ragihand ku 3 dîplomatên Rûsî yên li sefaretxaneya Warşova dixebitin, şertên statuya dîplomatîk bin pê dikin û li dijî Polonyayê çalakiyan pêk tînin.

Her sê dîplomat bi ” Kesên Nayên Xwestin” pênase kir.

Wezaretê diyar kir ku ew tevlî biryayên cezayên DYA yên li dijî Rûsyayê dibin û wiha got:

“Biryarên hevbeş û lihevkirî yên NATO’yê bersiva herî guncaw a li hemberî kiryarên ne-dostane yên Rûsyayê ye “.

Rêveberiya Amerîka ji ber destwerdana li hilbijartinên Serokatiyê yên sala burî, êrîşên sîber û dagirkirina Kirimê cezayên nû li dijî Rûsyayê ragihand.

Koşka Spî bi daxuyandiyekê ragihand ku wê ceza li dijî 32 kes û saziyên ku hewldanên destwerdana li hilbijartinên serokatiya Amerîka ya Mijdara 2020an kirin, bibire.

Ji ber êrîşên Rûsiyayê li Kirimê 5 kes, 3 sazî û 6 şîrketên teknolojiyê yên hewldana êrîşên sîber ku bi navê bûyera “SolarWinds” tê zanîn, sûcdar kirin.

Her wiha DYA yek jê efserê îstîxbaratê 10 dîplomatên Rûs, der-sînorkirin.

Back to top button