RCELL: Buhabûn û lawazbûn dê werin çareserkirin

Ev demek e xelk gazinan ji tora peywendiyan a RCELLê dikin, ku hin dibêjin buha ye û hin dibêjin hêza wê qels e.
Têkildarî mijarê, Rêveberê Beşê Teswîqê yê RCELLê Hisên Badilî diyar kir ku kompanî guhertinan çêdike, da buhabûna kartên înternetê di ber çavan re derbas bikin.
Her wiha dê lawazbûn jî bi rêya teknîkî were çareserkirin.

Di demeke ku miha remezanê û ji ber tevdîrên parastina ji vîrûsa Corona xelk di malên xwe de mane.

Ji ber vê yekê di destê her yekê de telefon heye û telefon jî înternetek baş dixwaze.

Ji ber vê çav zivirîne li ser Rrcell.

Şênî dibêjin ku mêgayên (MB) Rcell bûha bûne, kert zû vala dibe û nema wek berê hêza wê xurte.

Li ser mijarê, Rêveberê Beşê Teswîqê yê RCELL’ê Hisên Badilî tevlî bernameya Îroj a tilvizyona me bû û xwest sedemê vê yekê zelal bike.

Hisên Badilî diyar kir ku wan destpêkê xwest bi kompaniya Rcell alîkariya civakê bikin lê piştre hin guhartin çêbûn.

Badilî li ser pirojeyên belavkirina Rcell ser hemû bajaran û zexeta li ser bûrcan jî da zanîn ku ew ji bo vê yekê kar dikin.

Back to top button