Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Boraz ê dikeve rojavayê bajarê Kobanê topbaran kir.
Li gorî ajansa ANHA’ê, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên vê ji gundewarê bajarê Cerablus ê dagirkirî êvarê gundê Boraz ê rojavayê bajarê Kobanê û li qiraxa rojhilat ê çemê Firatê ye bi hawnan topbaran kir.
Li gorî agahiyan 4 top li gund û derdora wê ketin.
Di encamê de tenê ziyanên madî çêbûn.