Aldar Xelîl: Êrîşa li ser gundê Elepûrê faşîzm û hovîtiya dewleta Tirk nîşan dide

Aldar Xelîl têkildarî êrişa li ser gundê Elepûrê ya li dijî mala ku rêber Abdullah Ocalan lê dima got, êrişa faşîzma dewleta Tirk û hovîtiya wê nîşan dide.

Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl têkildarî êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijî gundê Elpelûr û hedefkirina mala ku rêber Abdullah Ocalan lê dima, postek li ser hesabê xwe yê twîtterê parve kir.

Aldar Xelîl got: “Roja 16’ê Nîsanê, balafireke bê mirov a Tirkiyê gundê Elpelûr ê 5 km dikeve Kobanê bombebaran kir û mala ku birêz Abdullah Ocalan sala 1979’an lê dima, dema ku ji Bakurê Kurdistanê derbasî Rojava dibû, kir armanc.

 Êrişa ku piştî 42 salan pêk hat, namayekê dide ku faşîzma Tirkiyê û hovîtiya wê nîşan dide. Dewleta Tirk ji kiryarê tecrîdkirinê ku ev 22 sal in li dijî birêz Ocalan li girava Îmraliyê ferz kiriye têr nebû, lê belê li her deverê ku bandora wî lê heye dike armanc, da ku bandorê wî sînordar bike, tecrîda ferzkirî ya li dijî wî temam bike. Her wiha şerê fikirê wî û bandora wî yê ya li derveyî girtîgehê dike. Lê Tirkiyê di vê yekê de tu serkeftinê pêk nayîne.”

Back to top button