22′yê Cotmehê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Meclisa Sivîl a Dêrazorê “Kongreya Xurtkirina Ewlehî û Aramiyê ji bo Pêşxistin û Xurtkirina Hevkariyê li Dêrazorê” li dar xist. Kongre ji bo guhdarîkirina li xelkê Dêrazorê û daxwazên wan pêk hat.
Endamê Yekitiya Parêzeran a Dêrazorê Ehmed Ek Keraf kongreyê wekî rêgeha sererastkirina şaştiyan nirxand û got:
“Kongre piştî gelek hevdîtinên Rêveberiya Xweser ên li gel xelkê Dêrazorê pêk hat û li ser daxwaza şêx û rûspiyên herêmê hat lidarxistin.
Armanca kongreyê nêrînên şêniyan were guhdarîkirin û çareserî ji pirsgirêkan re werin dîtin.′′
Endamê Rêxistinên Civaka Sivîl a Dêrazorê Elî El Hemadî anî ziman ku eger biryarên kongreyê pêk werin dê pêşketineke mezin li herêmê çêbibe û wiha domand:
“Eger ev pêşniyar û nirxandin li ser bê rawestandin wê pisgirêkên heyî çareser bibe”
Rewşenbîr Mihemed El Elî diyar kir ku tevahî beşên civaka Dêrazorê beşdarî kongreyê bûn û got:
“Ji bo biryarên kongrê dem hatiye diyar kirin ger biryar pêk were dê encamên erîni bi xwe re bîne.
Rûspiyên Dêrz Zorê xebatên sepandina ewlehiyê bi hevkariya QSD’ê kir