Li Minbicê pêngava çandina daran

Li Minbicê pêngava çandina daran hatiye destpêkirin û gel eleqeyeke zêde nîşan dide. Ew ê li herêmê darên Merxê û Xurman werin çandin..

“Însiyatîfa şêniyên Minbicê ji bo çandina daran” ku rojnamevan Zekeriya El-Hesen daye destpêkirin, rastî eleqeyeke mezin tê…

Bi dehan şêniyên Minbicê îro li bajêr dest bi çandina daran kirine..

Rojnamevan Zekeriya El-Hesen ku însiyatîf daye destpêkirin, dibêje ku ji ber pêwistiya bajar bi şînkayîyê û daran heye, wan dest bi vê gavê kir…

Zekeriya El-Hesen tîne ziman ku ev nêzî 2 mehin wan dest bi însiyatîfê kiriye û şêniyan eleqeyeke mezin nîşan dane…

Komîteya Şaredariyan û Rêveberiya Jîngehê jî piştgirî daye vê însîyatîfê û proje berfireh dibe..

Zekeriya El-Hesen herwiha got ku plana wan de hebû ku darên merxê tênê biçînin, lê li ser pêşînyara Rêveberiya Jîngehê û Komîteya Şaredariyan, wan biryar girt ku darên Merx û Xurmeyan biçînin..

Back to top button