Piştî demek dirêj Aynur Dogan li Amedê konserek bi heybet da

Hunermend û stranbej Aynur Dogan li Amedê konserek bi heybet li darxist û zêdetirî du hezar kes tevlî konserê bûn. Aynûr Dogan bi strana “Keça Kurdan” mohra xwe li konserê da.

Hunermenda kurd a navdar Aynûr Dogan piştî 7 salan li Kurdistan û Tirkiyê konseran li dar dixe..

Aynûr Dogan piştî li Stenbolê, Enqereyê û Mêrsînê, li Amedê jî konserek bi heybet lidarxist û zêdeyî 2 hezar kesan beşdarî konserê bûn.

Konser li Navenda Çandê ya Şaredariya Amedê bû…

Hunermend Dogan bi stranên xwe gelê Amedê bi coş û sermest kir.

Aynûr bi dehan staranên germ yên Kurdî stran.

Dema dor hate stana “Keça Kurdan” coş û keyfxweşî haziran diyar bû..

Li ser xwesteka zêde ya gelê Amedê, Aynûr Dogan dê îşev jî li heman cihî konsera duyemîn lidarxe..

Back to top button