Rûspiyên Dêrz Zorê xebatên sepandina ewlehiyê bi hevkariya QSD’ê kir

Rûspiyên Dêrazorê encamnameya kongreya xurtkirina ewlehiyê û îstiqrarê li Dêrazorê bi erênî nirxandin.
Rûspiyan piştgiriya xebatên sepandina ewlehiyê bi hevkariya QSD`ê kir.

Rûspiyê herêma Ezbe ya bakurê Dêrazorê Rida El Elî got:

“Kongre, serkeftî û avaker bû. Armanca wê pêkanîna hevbeşiyê bû.

Di wê kongreyê de, plan û komployên li dijî herêmên ku dixwazin fitneyê di nava êlan de çêkin, hatin nirxandin.”

El Elî wiha domand: ” Jibo avakirina civakeke demokratîk li ser bingeha biratiya gelan plansazî hatin danîn.”

Rûspiyê êla herêma El Wista ya Dêrazorê Mihemed El Şêx jî bang kir ku encamnameya kongreyê bikevin piratîkê ji bo ku rewşa xizmetguzarî, aborî û ewlehiyê pêş bikevin.

Her wiha destnîşan kir ku ji bo piştgiriya ewlehiya herêmê, divê sazûmaniya Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê bê guhertin.

El Şêx diyar kir ku ji bo xelkê Dêrazorê, kongre gelek girîng bû û wiha domand:

“Encamnameya wê ji bo berjewendiya xelkê Dêrazorê ye.

Em piştgiriya hêzên xwe QSD`ê dikin. ”

Rûrpiyê êla El Basîra Turkî El Zahir jî destnîşan kir ku yek ji bendên encamnameyê ya herî girîng, ji nû ve sazûmankirina Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê ye.

Back to top button