Li Şengalê ji bo azadiya Rêber Apo çalakiya kon hate destpêkirin

Bi pêşengiya Meclisên Herêma Ereban ya Şengalê ji bo piştgiriya pêngava ‘Ji Rêber Apo re Azadî, ji Şengalê re Xweserî’ konê çalakiyê hate vedan.
Li ser nave gelê Ereb daxuyanî hate dayîn û daxwaza azadiya Rêber Apo û Xweseriya Şengalê hate kirin.

Di roja yekemîn de ji tevahiya gundên Ereban serokeşîr, endamên sazî û rêxstinên herêmê tevî civaka Ereb serdana konê çalakiyê kirin.

Di konê çalakiyê de li ser nave civaka Ereb daxuyanî hate dayîn.

Di daxuyaniyê wiha hate gotin;

“Rêber Abdullah Ocalan ji bo xizmeta tevahiya gelên li Rojhilata Navîn dijîn, ked daye û ji ber vê yekê ew hatiye girtin.

Herwiha, dewleta Tirk ya faşîst tecrîdeke giran û sîstematîk li ser Rêber APO ferz dike.

Em wek beşek ji gelê Şengalê banga piştgiriyê ji bo gelê şengalê dikin.

Piştî daxuyaniyê jî li ser têkoşîn û berxwedana bêhempa ya Rêber Apo sînevîzyonek hate nişandan.

Çalakiya konvedanê ya li Şengalê di roja duyemîn de didome

Iro jî Çalakiya konvedanê di roja duyemîn de bi serdana gelê Ereb, Êzidî û YBŞ’ê dewam kir.

Kesên li bin konê çalakiyê axivîn diyar kirin ku hemû pêkhateyên Şengalê wê hevre ji bo azadiya Rêber Apo têbikoşin.

Çalakiya konvedanê a li Şengalê bi serdanan didome.

Çalakiya Nobetê li Mexmûrê bi wergirtina koma 20’an dewam dike

Back to top button