Li ber parlamentoya Almanyayê kon hat vedan

Di çarçoveya Pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” li ber avahiya Meclîsa Federal a Almanyayê ji bo 3 rojan kon hat vedan.

Li Paytexta Almanya Berlînê çalakiya “Ji Ocalan re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” li ber avahiya Meclîsa Federal hat lidarxistin.

Çalakî ji aliyê Meclîsa Jinê ya Dest Dan û Nav Berlîn (Meclîsa Kurdistana Azad) ve hate birêxistinkirin.

Parlementer, parêzer, nivîskar, rojnamevan, rêxistinên sivîl û kesayetên naskirî beşdarî çalakiyê bûn.

Di roja 1’emîn a çalakiyê de mêvan hatin agahdarkirin.

Di çalakiyê de li ser ekranên televîzyonan paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan bi dîmen ji beşdaran re hat pêşandan.

Her weha belavokên li ser tecrîda li Îmraliyê, pergala îşkenceyê û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatin belavkirin.

Çalakî dê 3 rojan bidome.

Back to top button