Heleb-Yekîtiya Jinên Ciwan kargeha amûrên destan vekir

Bi dirûşmeya “Berhemên bi destê jin pêşxistina hunera Kurdî ye ” kargeha amûrên destan a Şehîd Vejîn li bajarê Helebê hat vekirin..

Ji bo teşwîqkirina jinan û parastina mîrasa kurdî, Yekitiya Jinên Ciwan kargeh li rojhilatê taxa Şêxmeqsûd a bajêr vekir.

Di şahiya vekirinê de bi dehan nûnerên saziyên sivîl, komîn û meclis beşdar bûn.

Endama Rêveberiya Komîteya Tenduristiyê ya Kongra Star, dayika şehîd Avaşîn, Şîraz Silêman navend vekir.

Şîraz vekirna navendê li tevahî jinan pîroz kir û û got:

“Kargeh, reng û şarezeyên jinan xuya dike. Divê em berhemên jinan ji tunebûnê biparêzin.

Banga li tevahî jinên taxê hat kirin ku serdana navendê bikin.

Çav rêye ku gelek jinên ciwan di kargehê de kar bikin.

Back to top button