Qurbaniyên komkojiya El Bû Şems: Divê çeteyên DAIŞ’ê werin darizandin

Malbat û hevjînên şehîdên komkujiya El Bû Şemis a ku çeteyên DAIŞ`ê pêk aniye, bang kirin ku pêwîst cezayên herî giran li çeteyan werin birîn û li pêş çavên her kesî werin darizandin.

Çeteyên DAIŞ`ê dema ku gelek herêmên Sûriyeyê kontrol kirin, gelek komkujî li dijî xelkê herêmê pêk anîn.

Ji wan komkujiyan, komkujiya El Bû Şems e ku di encamê de 33 welatî hatin kuştin.

Di nav wan de şehîd Sena El Saqir hebû ku ji bo jinên herêmê bû sembol.

Derbarê mijarêde Mihemed El Xelef, bavê şehîd Osama El Xelef û Hevjîna şehîd Mihemed El Hesen, Esma El Ebdullahe axifîn û gotin:

“Divê çeteyên DAIŞ’ê werin darizandin û cezayên herî giran li wan werin birîn.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetirî 10 hezar çeteyên DAIŞ’ê girtî ne.

Ew ji zêdetirî 60 dewletan e. Heta niha ew dewlet, vegerandina wan çeteyan paşguh dikin ku Rêveberiya Xweser bi tenê barê wan hildigire.

Şêniyên Dêrazorê: Divê çeteyên DAIŞ’ê demildest werin darizandin

Back to top button