KNK’ê peymana NATO û Tirkiyeyê şermezar kir û got:
“NATO û Swêd serê xwe ji Erdogan re Xwarkirin.
Ev tê wateya ku ew bûne şirîkên sûcên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan.”
KNK’ê hevkirina NATO û Tirkiyê li dijî kurdan şermezarkir.
Di daxuyaniya KNK’ê de hat gotin:
Di lûtkeya NATO’yê de daxwazên Recep Tayyîp Erdogan ê faşîst hatin qebûlkirin.
Ev yek jî tê wateya zilma li Kurdan û qetil û koçberkirina Kurdan.
NATO û Swêdê serê xwe li ber dewleta Tirk xwar kir.
Tirkiyeyê careke din endamtiya xwe ya NATO’yê bi kar anî.”
Di berdewamiya daxuyaniya KNK’ê de hat gotin:
“NATO êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan bi vê peymanê rewa kirine.
Sûcên şer ên dewleta Tirk ên li dijî mirovahiyê erê kirine.
NATO û Swêdê stûyê xwe li ber daxwazên Erdogan xwar kiriye.
Bi vê yekû ew bûne şirîkên sûcên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan.”