Şaredariyên gel ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, civînan derbarê xebatên xwe yên 3 mehan de, bi gel re li dar dixe û pêşniyaran digirin.
Civînên 3 mehên dawiyê ên sala 2023’an tên lidarxistin.
Welatiyên tevlî civînan dibin, hem rexneyên xwe tînin ziman, hem jî nêrîn û pêşniyarên xwe pêşkêş dikin.
Di vê çarçoveyê de îro li bajarê qamişlo civîn li dar ket.
Di civînê de rapora şaredariyê hat xwendin, nîqaş li ser kêmasiyan û pêşinyarên ji bo mehên li pêş hatin kirin.
Ev pêşinyar jî bibin plansazî û xebat li ser were kirin.
Hêjayî bi bîrxistinê ye ku şaredarî her 3 meha civînên bi vî awayî li hemû bajarên Herêma Cizîrê li dardixe.