“Bêdengiya navneteweyî û Rûsya sedema domandina êrîşên Tirkiyê ne”

Endamê rêveber ê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê diyar kir ku bêdengiya navneteweyî û Rûsya sedema domandina êrîşên dewleta Tirk e .

Seroka Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê Ezab Ebûd jî da zanîn ku armanca êrîşên têkbirina projeya neteweya demokratîk e, lewra banga li Rûsya kir ku bi rola xwe ya garanetor rabe.

Dewleta Tirk bi armanca firehkirina qada dagirkirina xwe ji 3 mehan ve hema bi awayekî rojana navçeya Eyn Îsayê daye ber topban.

Her wiha gundên Minbic, Şehbayê û Til Temirê jî dibin aramanca van dagirkeran.

Endamê Rêveber ê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (PDKS)-Nivîsgeha Kobanê Ferman Hisên destnîşan kir ku armanca van êrîşan têkbirina ewlehiya herêm û qirkirina gelê Kurd e.

Ferman Hisên rola dewletên cîhanê li hember van sûc û kirinan şermezar kir û ev yek anî ziman.

Der barê heman mijarê de, endamê rêveber ê Partiya Rêkeftin a Kurd li Sûriyê Edhem Şedo diyar kir ku dewleta Tirk dijminatiya Kurdan li her deverê dike û teqez kir ku divê gelê Kurd li hember dijminan bibin yek.

Ezab Ebûd: Armanca êrîşên dagirkeran têkbirina projeya demokratîk e

Seroka Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê Ezab Ebûd jî bertek nîşanî êrîşên dagirkeran da.

Ezab Ebûd da zanîn ku armanca êrîşan, têkbirina projeya neteweya demokratîk e.

Bi rêya projya demokratîk ya Rêveberiya Xweser aramî û ewlehî li herêmê pêk hat.

Ev proje ji bo çareseriya aloziya Sûriyê û hemû pirsgirkên Rojhilata Navîn bûye mînak.

Ji lew ra dewleta Tirk bi rêya van êrişan hewl dide vê projeyê têk bibe û dixwaze vîna gelê Sûriyê û QSD`ê ku ji gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tê bişkîne

Seroka Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê, bêdengiya civaka navnetewî şermezar kir û banga li Rûsya kir ku bi rola xwe ya garanetor rabe.

Back to top button