Rêveberê Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Nuklerî digihêje Îranê

Endamên Ewropî yên peymana nuklerî ya bi Îranê re hewl didin Amerîkayê vegerînin peymanê.
Tehranê roja 23 vê mehê weke roja dawî ji bo rakirina cezayan ji ser Îranê destnîşan kiriye, eger na, ew ê karê pişkinînerên navdewletî li Îranê rawestîne.
YE pişniyar dike ku di navbera endamên peymanê, Amerîka û Îranê de civînek pê lidarxistin, lê Îran hîna vê pêşniyarê lêkolîn dike û heta niha bersiv nedaye.

Balyozê Îranê li Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Nuklerî ragihand ku Rêveberê giştî yê Ajansê Rafael Grossi duh gihîşt Îranê.

Wezareta Derve ya Îranê teqez kir ku serdana Grossi, ti bandorê li biryara Îranê ya rêgirtina li ber karê pişkinînerên navdewletî nake.

Wezaretê diyar kir ku bi berdewamiya cezayên li ser Îranê re, mafê Amerîka yê danûstandinan li gorî mekanîzmeya 5+1 tuneye.

Birêveberiya Amerîkayê di çend rojên dawî de, amadebûna xwe bo vegera li danûstandinan derbarê peymana nuklerî ragihandibû û banga YE di vê derbarê de erê kiribû.

Tê zanîn Îranê hişyarî dabû Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Nuklerî ku eger cezayên Amerîkî ji ser wê neyên rakirin, ew ê roja Sêşema bê, rêkarên xwebexş ên protokola Ajansê rawestîne.

Ev protokol destûrê dide pişkinînerên Ajansê ku serdana kargehên Îranê yên nuklerî bikin, bê ku desthilatdarên Îranê berya demeke dirêj agahdar bikin.

Derbarê pêşniyara YE ya pêkanîna civîneke nefermî navbera aliyên peymana nuklerî ya sala 2015’an, bi beşdariya Amerîkayê, Cîgirê wezîrê Derve yê Îranê Ebbas Iraqcî diyar kir, ku Îran niha vê pêşniyarê lêkolîn dike.

Iraqcî got:

”Em niha pêşniyara YE lêkolîn dikin, lê em bawer dikin ku vegera Amerîka li peymanê ne hewcedarî civînan e, tenê divê cezayan ji ser Îranê rake.”

Peymana nuklerî bi Îranê re sala 2015’an hatibû îmzekirin, lê piştî hilbijartina Trump weke serokê Amerîkayê, Amerîka sala 2018’an xwe ji peymanê kişand û gelek ceza li ser Îranê sepandin.

Back to top button