KNK: Divê saziyên Kurdistanê handana zimanê Kurdî di her warên jiyanê de bikin

Îro 21 Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanî ye. Rêxistina Çand, Zanist û Perwerdeyê ya NY UNESCO diyar dike ku nîvê zimanên cîhanî, Kurdî jî di nav de, bi metirsiya mirinê re rû bi rû ne. Li ser vê yekê û bi boneya vê rojê, KNK’ê bang li tevahiya sazî û dezgehên Kurdistanê kir ku parastina zimanê Kurdî di her warên jiyanê de bikin.

Piştî bûyera 1952’yan li Zanîngeha Pakistanê, UNESCO’yê sala 1999’an roja 21 Sibatê weke Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanî diyar dike.

Li gorî bîlançoya ÛNESCO’yê:

“Li cîhanê nêzî 7 hezar û 117 ziman hene.

Ji van zimanan, zêdeyî 200 zimanî di nava 70 salên borî de mirine.

Ji sedî, 40’ê zimanên cîhanê bi metirsiya tunebûnê re rû bi rû ne.

Dibe ku heya dawiya sedsala 21’ê, 3 hezar ziman winda bibin.

Ev rêje, nîvê zimanên dîhanê ye.

Li gorî wê, her 12 rojan zimanek tune dibe.

Zêdeyî çaryekê zimanên cîhanê ji aliyê kêmî hezar kesî ve tên bikaranîn.

Her wiha 184 ziman ji aliyê kêmtirî 10 kesan ve tên bikaranîn.”

Jixwe zimanê Kurdî jî bi vê xeteriyê re rû bi rû ye.

Li Bakur û Rojhilatê Kurdistanê rêjeya axaftina bi Kurdî her bi her ji ber nebûna perwerdeyê, kêm dibe.

UNESCO’yê jixwe berî niha dabû zanîn ku zaravayê Kurmancî li hember metirsiyeke ciddî ye.

Li ser vê yekê û bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî, Komîsyona Ziman, Çand û Perwedeyê ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê “KNK” daxuyaniyeke nivîskî da.

KNK’ê di daxuyaniyê de ev roj pîroz kir û got:

“Azadiya welat, bi azadiya çand û ziman ve girêdayî ye.

Dewlemendiya herî bingehîn a neteweyan, ziman e.

Pêwîst e her netewe bi hestiyarî nêzî mijara ziman bibe.”

KNK’ê bang li tevahiya sazî û dezgehên Kurdistanê kir ku handana zimanê Kurdî di her warên jiyanê de bikin û xwedî lê derkevin.

Back to top button