Li Çînê heta niha ji ber virusa korona 9 kesan jiyana xwe ji dest daye

Hikumeta Çînê ragihand ku heta niha hejmara kesên ku bi virusa Korona jiyana xwe ji dest dane, 9 kes in û hejmara kesên ku li seranserî welat bi vî virusê ketine jî gihiştiye 400 kesî.

Hikumeta Çînê ji ber ku ev virus li mirovan dixwe hişyariya belavbûna virusa Korona da.

Cîgerê wezîrê komîteya tenduristiyê di kongreke çapemeniyê de diyar kir ku virus bi riya bêhndanê vedigire.

Bîlançoya hikumetê ya dawî ku roja Duşemê eşkere kiribû, 6 kesan jiyana xwe ji dest dabû û 300 kes jî bi virus ketibûn..

Lê ji ber ku ev virus bi rengekî zû belav dibe, di nava rojekî de, ev bîlanço bilind bû .

Heta niha 9 kesan jiyana xwe ji dest daye û 400 kes jî bi virusê ketine .

Piştî ku virus derbasî Koreya Başûr, Tayland, Japonyayê û Awisturyayê bû , herî dawî hat ragihandin ku derbasî Amerîkayê jî bû.

Rûsya jî ji ber metirsya derbasbûna vê virusê, li seranserî sînorê xwe yê bi Çînê re çavdêriyeke xurt daniye.

Leave a Reply

Back to top button