Dagirkerên Tirk gundên Şehba topbarankirin

Êrişên dagirkeran yên li ser herêmê bê navber dewam dikin.
Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê careke din gundên Şehba bi dijwarî kirin armanc.

Dagirkeran duh careke din gundên Şehbayê topbaran kir .

Vê carê gundê Til Qirahê kir ermanca êrişên xwe .

Di heman demê de balafirên keşfê yên dewleta Tirk li ser herêmê digerin.

Di vê navberê de danê êvarî Gundê Semuqa yê kantona Şehbayê jî rastî êrişan hat û zirar li zeviyên genim bû û şewat derket..

Dagirkeran êvarî jî gundê Soxanekê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê topbaran kir..

Zêdetirî 20 obîsan li derdorê ketin.

Back to top button