Însiyatîfa gel encama hemleya komkirina îmzeyan eşkere kir

Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku wan ji bo derxistina navê PKK`ê ji “lîsteya terorê” 2 milyon û 476 hezar û 173 îmze kom kirine.

Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê encamên hemleya komkirina îmzeyan a ji bo derxistina navê (PKK) ji “lîsteya terorê”, ku ji serê salê ve dabûn destpêkirin, eşkere kir.

Daxuyanî li stada 12’ê Adarê ya li Qamişloyê hat dayîn.

Di daxuyaniyê de jimara îmzeyên hatin komkirin hat eşkerekirin û spasiya her hesê beşdarî hemleyê bûye, hat kirin.

Back to top button